Tîrmeh 24, 2023 17:32 Asia/Tehran
  • Wezîrê bigengeşe yê kabîneya Netanyahû gefa hilweûşandina kabîneyê xwar

Di germegerma xwenîşandan û lidarxistina civîna Knêsêtê (parlimana Rejîma Siyonîst) derbarê pêşnumaya bigengeşe ya pêkanîna guhertinên dadweriyê, wezîrê tundrê yê ewlehiya navxweyî yê vê rejîmê gefa hilweşandinê li kabîneya Netanyahû xwar.

Îtamar Ben Gvêr Wezîrê Ewlehiya Navxweyî yê Rejîma Siyonîst gef xwar ku eger kabîneya vê rejîmê hin lihevkirinan digel bereya Opozîsyonê derbarê pêşnumaya guhertinên dadweriyê bi dest nexe, ew ê kabîneyê hilweşîne.

Ben Gvêr tekez kir: Her cûre vekişîna di pêşnivîsa Qanûna "Betalkirina Hegera Maqûlbûnê" di çarçova pêşnumaya guhertinên dadweriyê, dê serşûriyek ji bo tevahiya bereya rastgir be.

Ev gotin piştî wê hatin hilêxitin ku radyoya Artêşa Rejîma Siyonîst ragihand: Di dawîn kêliyan da hevpeymanîya kabîneyê di fikra pejirandina têbîniyên Opozîsyonê (di Pêşnivîsa Qanûna "Betalkirina Hegera maqûlbûnê" da) û paşda-avêtina pêvajoya pesendkirina beşên din ên pêşnumaya guhertinên dadweriyê ji bo heyameke diyarkirî ye.

D vî warî da Yaîr Lapîd Rêberê bereya Opozîsyonê got: Netanyahû ti kontrolek li ser Îsraîlê tineye û kabîneya wêranker me ber bi karesatê va dibe.

Kolanên bajarê Qudsa dagirbûyî nemaze ber Knêsêta Rejêîma Siyonîst tijî bûne ji dijberên Pêşnumaya guhertinên dadweriyê û hin pevçûn navbera wan û polîs pêk hatine.

Hevdem kanala 13an a Televîzyona Rejîma Siyonêîst ragihand, Benyamîn Netanyahû Serokwezîrê Rejîma Siyonîst derbarê rewşa tenduristiya xwe rastiyê nabêje. Halê wî ne baş e.

Benyamîn Netanyahû Serokwezîrê Rejîma dagirkera Qudsê ku hefteya bihurî jî bo nexweşxneryê hatibû rakirin, berbanga Yekşemiyê li nexweşxaneyê kete bin neştergeriyeke bilez a dil ji bo opeywendkirina amûra eyarkirina Lêdana Dil.

Ofîsa Benyamîn Netanyahû roja Duşemiyê bi dxuyaniyekê îdia kir ku rewşa wî ji hêla bedenî va di asta gellekî baş da ye; Îdiaya ku îro ji aliyê Kanala 13an a Ibrî va derew hatz anîn.

Kanala 13an a Îsraîlê di raporekê da ragihand: "Netanyahû derewan dike, Lêdana dilê wî bo heyama 12 çirkeyan di êvara Şemiyê da rawestiya, halê wî bi ti awayî baş nîne."

Li gorî gotina pizîşkên netanyahû, ew di bereberê mirinê da bû û eger bilez bo nexwşxaneyê nedihat rakirin, dê bimirîya.

 

Serepeyv