Tîrmeh 24, 2023 08:59 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana dubare ya bi hezaran bajaroknişînên siyonîst dijî Pêşnuyama Guhertinan di Pergala Dadweriyê ya kabîneya Netanyahû

Xwenîşandana berfieh a bajaroknişînan li dijî pêşnumaya bigengeşe ya pêkanîna guhertinan di pergala dadweriyê da ya raberkirî ji aliyê kabîneya Netanyahû va li ber avahîya Knêsêtê li Qudsa Dagirbûyî dest pê bûye.

Erdên Filistîna dagirbûyî ji roja Pêncşemî heta Yekşemiyê, 23ê Tîrmeha 2023an careke din bûn qada xwenîşandana seranserî li dijî kabîneya Benyamîn Netanyahû û pêşnumaya wê ya bigengeşe ji bo pêkanîna guherînên dadweriyê.

Dîmenên weşandî di medyayên navçeyê û torên civakî da nîşan didin ku hin neraziyên siyonîst ên kombûyî li Meydana Kaplanê ya Til Avîvê ji aliyê polîsê Rejîma Siyonîst va hatine desteserkirin û hinek jî di vê pêvajoyê da birîndar bûne.

Medyayên siyonîstî ragihandin, 200 balyoz û dîplomatên berê yên siyonîst bi şandina nameyekê bo benyamîn Netanyahû Serokwezîrê Rejîma Siyonîst nîgeraniya xwe derheq derbelêketina li cîgeha navneteweyî ya vê rejîmê ji ber pêşnumaya pêkanîna guherînan di Pergala Dadweriyê da diyar kirin û xwestin ku ev pêşnuma bilez were betalkirin.

 

Serepeyv