Tîrmeh 01, 2023 17:36 Asia/Tehran
  • Nîşangeha çek û sîlehan û kelûpelên eskerî yên Qisamê li Gazayê

 Gurdanên Qisamê bi lidarxistina nîşangehekê, hinek çek û sîehên ku ji Rejîma Siyonîst wek xenîmet istandine, nimandin.

 

Gurdanên Şehîd Îzedîn Qisam, çiqa eskerî ya tevgera Berxwedana Îslamî( HAMAS) nîşangehek li kampa El-Nesîratê li navenda zîvala Gazayê bona  nîşandana  çek û sîlehên xwe li dar xist.

Gurdanên Şehîd Îzedîn Qisam di vê nîşangehê de ku bi boneya eyda Qurbanê hat lidarxistin, dest bi raberkirina çek û sîlehên xwe yên curbicur  ji wan rêkêtên berhemên navxweyî, mûşekên dijî hewayî û dijî zirix, hawanrêj, xwefir û çekên din kir.

 

 Di vê nîşangehê de Qisam, çekên ku têkoşerên Berxwedanê  di şerê sala 2014'an di êrişa ser meqera Ebûmetbîqê ji eskerên dagirker ên îsraîlî xenîmet istandibûn, nimandin.

 Hevgav generalekî siyonîst derbarê lawaziya Rejîma Siyonîst li himber komên berxwedanê li xwe mukir hat û dilnigeraniya xwe derbarê şiyana eskerî ya Hizbullaha  Lubnanê û bi taybet  komandoyên vê partiyê nîşan da.

 General Îshaq Brîk got ku hilkolandina alûgurên vê dawiyê nîşan dide Rejîma Siyonîst hêza xwe ya istratejêk ji dest daye, lewma amade nine ku tevlî şerekî navçeyî bibe û ger şerek were destpêkirin, Îsraîl dê her roj  pêrgî pênc hezar mûşek û hawanan li Erdên dagirbûyî were.

 Li gor nûçeyeke din, zêde ji 100 pîlotên îsraîlî ji ber darbeya dadweriyê ya Binyamîn Nêtanyahû, gef xwarin ku dê êdî di hêza esmanî de xizmetê nekin.

 Ji aliyê din va Berdevkê HAMAS-ê got: Gotinên nû yên Wezîrê Darayiyê yê Rejîma Siyonîst bajaroknişînên siyonîst dijî xelkê Flistînê li Rexê rojava çemê Urdinê radike.

 

 

 

Serepeyv