Hezîran 29, 2023 11:22 Asia/Tehran
  • Operasyona dije-siyonîstî ya têkoşerên filistînî li El-Celmeyê

Têkoşerên Berxwedana Filsitînê bi cihanîna operasyona bi çekan rawestgeha lêgerînê ya El-Cemeyê li bakurê Cinînê li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê dan ber êrîşê.

Bi zêdebûna êrîşên hovane yên bajaroknişînên siyonîst û leşkerên Rejîma Siyonîst ser filitîniyên niştecihê Rexê Rojava û erdên dagirbûyî, têkoşerên Berxwedanê jî hejmara operasyonên xwe yên Berxwedanê ji wan operasyonên guklereşandinê zêde kirine.

Kanala 14an a Televîzyona Rejîma Siyonîst bi raporekê ragihand, du têkoşerên berxwedanê ku siwarê erebeyekê bûn û bilez diçû, rawestgeha lêgrînê ya leşkerên dagirker ên siyonîst li bakurê Cinînê dan ber gulleyan.

Vê kanala siyonîstî di rapora xwe da qala girêdana vê rawestgehê ji aliyê leşkerên artêşa Rejîma Siyonîst va li pey vê operasyonê kir.

Navenda Amar û Zanyariyan a Filistînê nasyar bi Me'tiyê roja Pêncşemiyê ragihand, Hêzên Berxwedana Filistînê li Rexê Rojava 21 operasyon li dijî siyonîstan bi cih anîn.

Li gorî vê raporê, Hêzên Berxwedana Filistînê bi avêtina gulle û teqemeniyan ber bi leşkerên siyonîst va li Rexê Rojava û Qudsa dagirbûyî li hemberî wan sekinîn.

Operasyonên hêzên Berxwedanê li Quds, Nablus, Ramullah, Cinîn, Beyt Lehm, Tûlkerm û El-Xelîlê qewimîne û hêzên Berxwedanê dijî êrîşên siyonîstan rawestiyane.

Şert û mercên van rojan li erdên dagirbûyî nemaze li Rexê Rojava gelekî taybet e û têkoşerên filistînî bi her amûrekê bersiva cinayetên bêhejmar ên siyonîstan didin.

 

 

Serepeyv