May 27, 2023 08:53 Asia/Tehran
  • Hişyariya Komên Berxwedana Filistînê bo Rejîma Siyonîst derbarê dewama kiryarên bi dijminatî

Komên Berxwedana Filuistînê derbarê dûhatên siyasetên bi dijminatî derheq bajarê dagirbûyî yê Qudsê û rûniştiyên wê hişyarî da kabîneya Binyamîn Nêtanyahû, Serokwezîrê Rejîma Siyonîst.

Yekşemiya buhurî, kabîneya Rejîma Siyonîst bi kiryareke bi tehrîk û bi talûke, civîna xwe ya heftiyê ya pejirandina planên cihûkirina bajarê Qudsê li tûnêlên bin dîwara Buraqê û Mizgevta Eqsayê li dar xist û di vê civînê de avakirina 1700 malên nû yên siyonîstnişîn li Qudsa dagirbûyî qebûl kir. Îtmar Bin Gwîr, Wezîrê Ewlehiya Navxweyî ya Rejîma Siyonîst jî bi derbasbûna ji Bab Ul-Muqaribeyê nav mizgevta Eqsayê destdirêjî kir vî cihê pîroz ê Îslamî.

Li gorî rapora roja şemiyê ya kanala El-Meyadînê, komên Berxwedana Filistînê, li meşekê ku tevgera HAMAS`ê li bajarê Xan Yûnisê li zîvala Gazayê li dar xis, bal kişand  ser vê yekê ku  berxwedan li Gazayê her tim dê mertala  berevanê Qudsê bimîne  û ji umetên îslamî û erebî xwestin ku li himber destdirêjiya siyonîstan ser qibleya  xwe ya yekê berpirsiyar bin.

 

 

رژیم صهیونیستی

Serepeyv