May 25, 2023 18:35 Asia/Tehran
  • Amadetiya siyonîstan li bereya bakur û hişyariya qewimîna qeyrana ewlehiyê

Medyayên Rejîma Siyonîst qala gotûbêjên rayedarên payebilind ên leşkerî yên vê rejîmê li paş deriyên girtî derbarê îhtimala qewimîna kêşe û qeyrana ewlehiyê li bereya bakur a erdên dagirbûyî kirin.

Li gorî rapora Malpera Filsitîn El Yewmê, Medyayên ibrî ragihandin ku berpirsên payebilin dên Rejîma Siyonîst a dagirker di rojên dawî da muzakireyek li paş deriyên girtî derbarê îhtimala tiştê ku "Qeyran û Kêşeya Ewlehiyê" li bereya bakur bi nav dikin, li dar xistine.

Rojnameya Israel Hayom'ê jî j zarê rayedarên payebilind ên artêşa rejîma dagirkera Qudsê ragihand ku îhtimal heye rewş li bereya bakur digel Libnanê derbasî qonaxa kêşeya ewlehiyê bibe.

Vê rojnameya ibrî ragihand, Endamên kabîneya Rejîma Siyonîst dê di rojên bê da bicivin û bi îhtimaleke mezin ev civîn di hefteya bê da ji bo vekolandina kûrtir a meseleyên têkildarî bereya bakur  aerdên dagirbûyî were lidarxistin.

 

Serepeyv