Siyonîstan di Meşa Alayê da êrîşî ser nûçegihanan kirin
Bajaroknişînên siyonîst di Meşa Alayê da êrîşî ser nûçegihanan kirin û hejmareke wan birîndar kirin.
Bi hezaran siyonîstî bi beşûdariya di meşa nasyar bi Alayê da, êrîşî ser nûçegihanan kirin û dirûşmeyên nijadperestane bilind kirin.
Malpera Arab48'ê di raporekê da ragihand: Bajaroknişînên siyonîst bi kevir û şûşeyan êrîşî ser hejmareke nûçegihanan ku rûmala Meşa Alayê dikirin, kirin û hejmareke wan birîndar kirin.
Di vê raporê da hatiye: Di vê meşê da bernameyek bi navê Reqsa Alayan bi cih hat û bajaroknişînên siyonîst bi vê kiryara handêr, daxwaza derxistina filistîniyan ji Qudsê kirin.
Di meşa handêr a Alayê da her wiha hin dirûşmeyên nijadperestane dijî qewma ereb weke "Mirin ji bo ereban" û "Bila gundên we bişewitin" hatin bilindkirin.