May 13, 2023 17:34 Asia/Tehran
  • Ramullah: Divê NY bo rawestandina tevkujiya filistîniyan demlidest bikeve dewrê

Serokwezîrê Teşkîlata Xweîdareker a Filistînê bal kişand  ser cianyetên Rejîma Siyonîst li zîvala Gazayê û Rexê rojavaya çemê Urdinê û ji NY xwest ku bila bo rawestandina tevkujiya filistîniyan demlidest bikeve dewrê.

 

Muhemed Eştiye, Serokwezîrê Teşkîlata Xweîdareker a Filistînê îro di daxûyaniyekê de daxwaza cizakirina Rejîma Siyonîst kir.

 Serokwezîrê Teşkîlata Xweîdareker a Filistînê daxwaza cihanîna qanûnên navneteweyî bo boykotkirina Telavîvê kir û got ku nabe bihêlin cinaytekar ji cizakirinê birevin.

Wî ji NY xwest ku bila demlidest bikeve dewrê û bi zûtirkê kuştina xelkê Filistînê li Zîvala Gazayê û Rexê rojvaya çemê Urdinê ji aliyê Rejîma  Siyonîst rawestîne.

 

 

Serepeyv