May 02, 2023 15:52 Asia/Tehran
  • Qêrîna tolhildanê ya filistîniyan dijî Rejîma Siyonîst

Bi hezaran filistîniyan bi lidarxistina xwenîşandan û kombûnê li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê wek berteka li hemberî cinayetên Rejîma Siyonîst ên şehîdkirina Şêx Xizr Ednan, qêrîna tolhildanê bilind kirin.

Xizr Ednan hêsîrê filistînî roja Sêşemiyê piştî 86 rojan greva birçîbûnê, şehîd bû.

Xizr Ednan ê 44 salî ji endamên payebilind ên Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê wek nerazîtiya li hemberî desteserkirina xwe ya bêhincet ji aliyê dagirkeran va ketibû greva birçîbûnê.

Niştecihên bajaroka Erabeyê li bajarê Cinînê wek cihê jidayîkbûna Şêx Xizr Ednan ji serokê Cîhada Îslamî bi awayekî berfireh ev cinayeta siyonîstan şermezar kirin.

Filistîniyan di vê xwenîşandanê da her wiha teqezî li ser dewama têkoşîna dijî dagirkerên siyonîst heta derxistina wan ji welatê dîrokî yê Filistînê kirin.

Komên berxwedana Filistînê bi daxuyaniyên cuda û wek berteka li hemberî şehîdkirina Şêx Xizr Ednan teqez kirin ku dûhatên vê cinayetê ser ustiyê Rejîma Siyonîst in; cinayeta ku dê bêbersiv nemîne.

Wek berteka li hemberî şehîdkirina Xizr Ednan li bajarê Xezeyê û Rexê Rojavayê Çemê Urdinê greva gelemperî hat ragihandin û xwenîşandana itirazî hat lidarxistin û hemî dibistanan polên xwe yên dersê tetîl kirin.

Komîteya Hevahengiyê ya Komên Filistînî li parêzgeha Nablusê îro qala greva gelemperî li vê parêzgehê di şîna şehîd Xizr Ednan da kir.

Ji aliyê din va, Hêzên Rejîma Siyonîst li pey şehîdbûna Xizr Ednan, tevdîrên leşkerî li bakurê rojhilatê Qudsê zêdetir kirin.

Ev kiryar di rewşek da ne ku artêşa Rejîma Siyonîst li pey şehîdbûna Xizr Ednan, hêsîrê filistînî li nav zîndanên vê rejîmê, amadetiya xwe li navçeyên cûrbicûr ji ebr tirsa ji bersiva Berxwedana Filistînê zêde kiriye.

Medyayên siyonîstî jî îro Sêşemiyê ragihandin ku koma Hekiran a Ananîmûs Sûdan li pey şehîdbûna Xizr Ednan, malpera Rêxistina Zîndanan a Rejîma Siyonîst û malpera kabîneya vê rejîmê dan ber êrîşê û ew ji kar xistin.

Ev êrîş wek berteka li hemberî şehîdbûna Xizr Ednan endamê payebilind ê Tevgera Cîhada Îslamî pêk hatiye ku ji ber sistiyên rayedarên zîndaên Rejîma Siyonîst îro anku Sêşemiyê şehîd bû.

 

Serepeyv