Nîsan 15, 2023 13:43 Asia/Tehran
  • Nesrullah: Roja Qudsê roja hevgirtina cîhanê digel Filistînê ye

Sekreterê Giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê got: Roja Qudsê roja hevgirtina milletên şerîf ên cîhanê digel Filistîn û Qudsa dagirbûyî ye.

Li gorî nûçeya malpera Ehdê, ‘Seyid Hesen Nesrullah’ Sekreterê Giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê di axaftina xwe ya bi boneya Roja Cîhanî ya Qudsê da, hevgirtina misilmanan di vê rojê da sebeba tirsîna dijminên îslamê zanî û got: Di warê navneteweyî da hêza Amerîkayê ber bi kêmbûnê va diçe û ti baweriyeke welatên dorhêla Kendava Farsê bi Amerîkayê tineye.

Hêjayî gotinê ye, duh 14ê Nîsanê hevgavê 23yê Remezanê Roja Cîhanî ya Qudsê bû.

Dawîn Înîya meha bimbarek a Remezanê li gorî destpêşxerîya Imam Xumeynî (RE) xîmdanerê Komara Îslamî ya Îranê, Roja Cîhanî ya Qudsê hatîye binavkirin.

 

 

Serepeyv