Nîsan 14, 2023 17:43 Asia/Tehran
  • Afrîqa | Meşa Roja Cîhanî ya Qudsê li Tanzanîyayê hat lidarxistin

Meşa Roja Cîhanî ya Qudsê li bajarê Darusselamê yê paytexta Tanzanîyayê hat lidarxistin.

Hêjayî gotinê ye, Înîya herî dawî ya meha pîroz a Remezanê bi dahêneriya Îmam Xumeynî (RE), Xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê wek “Roja Cîhanî ya Qudsê” hatiye binavkirin.

Ev roj, roja têkoşîna dijî zilm û sitemê û roja diyarkirina yekitî û hevgirtina misilmanên seranserî cîhanî li hemberî zêdexwaziyên dijminên îslamê ye.

Li gorî rapora IRIB News’ê, Bi sedan kes li Darusselama Tanzanîyayê bi boneya Roja Cîhanî ya Qudsê derketin nav kolanan û hevgirtina xwe digel gelê Filistînê yê mezlûm diyar kirin.

Welatiyên Tanzanîyayê di Roja Cîhanî ya Qudsê da cinayetên Rejîma Siyonîst dijî filistîniyan şermezar kirin.

 

Serepeyv