Nîsan 13, 2023 17:05 Asia/Tehran
  • Xeze; Amadetî ji bo Roja Qudfsê bi dirûşmeya ‘Rexê Rojava Mertala Qudsê’

Bi nêzikbûna Roja Cîhanî ya Qudsê, çavkaniyên filistînî qala destpêbûna bername û çalakiyên taybetî vê rojê li Zîvala Xezeyê bi dirûşmeya ‘Rexê Rojava Mertala Qudsê’ dikin.

Çavkaniyên filistînî ragihandin parlimana Filistînê bi boneya Roja Cîhanî ya Qudsê komcivîneke mecazî bi beşdariya endamên parlimanên erebî û navneteweyî di bin navê rêyên piştevaniya ji Mizgefta Eqsayê li hemberî destdirêjiyan li dar xistiye.

Hevdem bi sedan çalakên filistînî ji bo rêzgirtina Roja Qudsê di kampanyayekê da bi heştega “Rexê Rojava Mertala Qudsê” li nav torên civakî beşdar bûn.

Berpirsên vê çalakiya mezin tekez kirin, Dirûşmeya “Rexê Rojava Mertala Qudsê” li gorî bûyerên vê dawiyê li Filistîn, Libnan, Sûriye û Zîvala Xezeyê hatiye vijartin.

Hêjayî gotinê ye, Înîya herî dawî ya meha pîroz a Remezanê bi dahêneriya Îmam Xumeynî (RE), Xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê wek “Roja Cîhanî ya Qudsê” hatiye binavkirin.

Ev roj, roja têkoşîna dijî zilm û sitemê û roja diyarkirina yekitî û hevgirtina misilmanên seranserî cîhanî li hemberî zêdexwaziyên dijminên îslamê ye.

 

 

Serepeyv