Nîsan 12, 2023 16:45 Asia/Tehran
  • Roja Qudsê; Berevaniya ji Filistînê li ber Balyozxaneya Îsraîlê li Londonê

Alîgirên Filistînê li Brîtanyayê bo cara sisêyan di rojên dawî da li ber Balyozxaneya Îsraîlê li Londonê ji bo piştevaniya ji Filistînê dirûşme bilind kirin.

Li gorî rapora IRAN Press’ê, Ev kombûn di bereberê Roja Cîhanî ya Qudsê tên lidarxistin û armanca wan piştevaniya ji Filsitînê û şermezarkirina dora nû ya cinayetên Rejîma Siyonîst dijî filistîniyan û Mizgefta Eqsayê ye.

Alîgirên Filistînê berêvara Sêşemiyê li gorî dema Londonê li kombûna li ber Balyozxaneya Îsraîlê, alayên Filistînê hejnadin û hevgirtina xwe digel filistîniyên mezlûm diyar kirin.

Hêjayî gotinê ye, Înîya herî dawî ya meha pîroz a Remezanê bi dahêneriya Îmam Xumeynî (RE), Xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê wek “Roja Cîhanî ya Qudsê” hatiye binavkirin.

Ev roj, roja têkoşîna dijî zilm û sitemê û roja diyarkirina yekitî û hevgirtina misilmanên seranserî cîhanî li hemberî zêdexwaziyên dijminên îslamê ye.

 

Serepeyv