Adar 26, 2023 09:21 Asia/Tehran
  • Leşkerên siyonîst êrîşî ser mo’tekifên filistînî li Mizgefta Eqsayê kirin

Leşkerên Rejîma Siyonîst bi êrîşa li ser Mizgefta Eqsayê çend filistîniyên mo’tekif ku di meha pîroz a Remezanê da dua dikirin, desteser kirin.

Leşkerên Rejîma Siyonîst bi saya hebûna hikûmeta zêdegav û tundrê ya Netanyahû û wezîrên tundrê wekî “Îtamar Bin-Gvêr” Wezîrê Ewlehiya Navxweyî yê vê rejîmê, berbanga Yekşemiyê êrîşî ser kesên mo’tekif ên mijûlî dua û îbadetê li Mizgefta Eqsayê kirin û çend kes ji wan desteser kirin.

Rejîma Siyonîst her wiha ji bo raya giştî ya cîhanê ji van cûre kiryaran haydar nebe, telefonên destan ên kesên ku li dû qeydkirina dîmenên van kiryarên neqanûnî bûn, zeft kirin.

“Ekirme Sebrî” axêverê Mizgefta Eqsayê wek berteka li hemberî vê bêrêzî û hetikandinê ji aliyê siyonîstan va got: Rejîma siyonîst a dagirker êrîşên xwe li ser Mizgefta Eqsayê dest pê kirine û li wir li dijî îbadetkirina Xwedê şer dike û wê ji mo’tekifan vala dike.

Mizgefta Eqsayê wek sembola huviyeta îslamî-filistînî li bajarê Beytul-Muqedesê hertim ketiye ber kiryarên wêranker ên Rejîma Siyonîst. Armanca Rejîma Siyonîst ji van destdirêjiyên berdewam amadekirina rewşê ji bo cihanîna plana kirêt a dabeşkirina vê mizgeftê navbera misilman û cihûyan ji hêla cih û demê va ye da ku di dawî da ew bikarin bi tamî vê mizgeftê kontrol bikin û ji bo cihûkirin û wêrankirina wê û avakirina me’beda derew a Cihûyan li ser kavilên wê pêngav rakin.

 

Serepeyv