Adar 21, 2023 14:50 Asia/Tehran
  •  Wezîrê Cengê yê Rejîma Siyonîst gefa îstifakirina xwe li kabîneya vê rejîmê xwar

Wezîrê Cengê yê demkî yê Rejîma Siyonîst gef li kabîneya vê rejîmê xwar ku ger di beşa dadweriyê de guhertinan pêk bîne, yê îstifayê bike.

Biryara kabîneya “Benyamîn Netanyahû”, Serokwezîrê Rejîma Siyonîst a guhertina di Pergala Dadweriyê ya Rejîma Siyonîst de bûye sebeba nakokiyên siyasî û bêtifaqiya di navbera hevalbendiya serdest û bereya opozîsyonê.

Yoav Gallant”, Wezîrê Cengê yê demkî yê Rejîma Siyonîst roja Duşemiyê gef li kabîneya Nêtanyahû, Serokwezîrê vê rejîmê xwar ku ger kabîneya wî bi awayê yekalî, guhertinan di dezgeha Dadê ya vê rejîmê de pêk bîne, yê îstifayê bike.

Serokên opozîsyona Rejîma Sîyonîst dibêjin ku guhertina pergala dadwerîyê ku ji hêla kabîneya Netanyahû va hatîye hilêxistin, ji bo lawazkirina Dezgeha Dadwerîyê û hewla ji bo girtina pêşîya mehkemekirna Netanyahû têkildarî sê dosîyên gendelî, bertîlwergirtin û bikaranîna narewa ya desthilatê ye.

Serokên opozîsyona Rejîma Sîyonîst dibêjin ku ev karên kabîneya Natanyahû yê Rejîma sîyonst ber bi pevçûn, şerê navxweyî û hilweşîna bere bere va bibin.

 

Serepeyv