Adar 20, 2023 15:50 Asia/Tehran
  • Netanyahû daxwaza serkutkirina xwenîşanderên dijî xwe kir

Çavkaniyên ibranî ragihandin ku serokwezîrê Îsraîlê daxwaza sekutkirina nefermaniya hêzên rejîmê û bicihanîna tevdîrên qahêmtir li dijî xwenîşanderan kiriye.

Li gorî rapora El-meyadînê, “Benyamîn Netanyahû” rexne li xwenîşanderên dijî plana hikûmeta wî ya pêkanîna guhertinan di Pergala Dadweriyê da, her wiha fermandeyên artêş, polîs û servîsa ewlehiya gelemperî ya vê rejîmê nasyar bi Şabak’ê girt.

Li gorî vê raporê, “Benyamîn Netanyahû” daxwaza zêdebûna destwerdana hêzên ewlehiyê ji bo serkutkirina xwenîşandanan kir û ji fermandeyên servîsên ewlehiyê û Serokê Erkatiya Giştî ya Artêşê xwest ku helwêstên qahêmtir li dijî xwenîşanderan bigrin û li dijî derketina ji bin fermanê rawestin.

Li pey vê daxwazê, rêberên opozîsyona Rejîma Siyonîst bilez ev gotinên “Benyamîn Netanyahû” şermezar kirin.

 

 

Serepeyv