Adar 19, 2023 17:10 Asia/Tehran
  • Serokekî “Seraya El-Quds”ê li Sûriyê hat terorkirin

Koma “Seraya El-Quds”ê wek baskê leşkerê yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê qala şehîdbûna serokekî xwe li dorhêla Şamê kir.

“Seraya El-Quds” wek baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê ragihand ku “Elî Remzî Eswed” ê 31 salî ji serokên vê komê sibeha îro li qadên şêrr li dorhêla Şamê bi derba guleyê şehîd bûye.

Vê tevgerê bêyî amaje bi hûrgiliyên vê nûçeyê bike, ragihand: Hin nîşane hene ku Rejîma Siyonîst ev kes teror kiriye.

Beriya vêya, “Xalid Beteş” endamê Ofîsa siyasî ya Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê ragihandibû ku her cûre hewldana ji bo terorkirina fermandeyên Berxwedanê wê tûşî berteka bilez û teqil bê.

 

Serepeyv