Sibat 27, 2023 16:46 Asia/Tehran
  • Yair Lapid: “Kabîneya Netanyahû gefek li dijî ewlehiya Îsraîlê ye”

Serokwezîrê berê yê Rejîma Siyonîst tevî êrîşa li ser “Benyamîn Netanyahû”, got ku kabîneya wî gefek li dijî ewlehiya vê rejîmê ye.

Li gorî rapora El-Cezîreyê, “Yair Lapid” Serokwezîrê berê yê Rejîma Siyonîst êvara Yekşemiyê wek berteka li hemberî pevçûna di navbera bajaroknişînên siyonîst û filsitîniyan li Nablusê, kiryarên kabneya Netanyahû sebeba nearamîyan û gefek li hemberî ewlehiya vê rejîmê zanî.

Yair Lapid her wiha got: Mîlîtanên girêdayî bi “Bezalel Smotrich” Wezîrê Darayîyê, agir berdan bajarê Herareyê li başûrê Nablusê da ku civîna Eqebeyê bêbandor bikin.

“Bezalel Smotrich” pêştir gotibû ku ew ê pabendî encamên civîna Eqebeyê nemînin û çêkirina bajarokan jî dê neyê rawestandin.

Civîna ewlehiyê ya plankirî ji aliyê Amerîkayê di navbera Teşkîlata Xweîdareker a Filistînê û Rejîma Siyonîst da roja Yekşemiyê bi mazûvanîya Urdinê li Bendera Eqebeyê û bi beşdariya nûnerên Qahire û Waşîngtonê tevî nerazîtî û şermezarkirina wê ji aliyê gel û komên Berxwedana Filistînê hat lidarxistin; Rejîma Siyonîst soz da ku vekolandina çêkirina bajarokên nû bo heyama 4 mehan û pejirandina çêkirina bajarokên nû jî bo heyama 6 mehan rawestîne.

 

Serepeyv