Sibat 26, 2023 10:12 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana dijî kabîneya Netanyahû di heştemîn Şemîya lidûhev da hat domandin

Bi hezaran kes ji nştecihên erdên dagirbûyî yên Filistînê di heştemîn Şemîya lidûhev da li bajarên Til Avîv, Heyfa û Qudsê derketin nav kolanan.

Bi hezaran kes ji îsraîlîyan di heştemîn Şemîya lidûhev da li bajarên Til Avîv, Heyfa û Qudsê derketin nav kolanan û li dijî kabîneya tundrê ya Benyamîn Netanyahû û siyasetên wî ji wan pêkanîna guhertinan di pergala dadweriyê da  xwenîşandan bi rê xistin.

Benyamîn Netanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîst tevî berevanîya ji vê planê îdia kir ku armanca wê vegerandina hevsengiya di navbera sê sazîyan da ye.

Dijberên kabîneya Netanyahû plana “Guhertinên Dadweriyê” wek “Darbeya Dadweriyê” bi nav dikin.

Dijber bawer in ku armanca sereke ya guhertinên pêşniyarkirî ji aliyê hevpeymaniya serdest va, “Bêgunehkirina Netanyahû ji tawanên gendeliyêdi sê dosyeyan da ye ku li dijî hatine vekirin.”

Dijber her wiha dibêjin ku ev plan dawî li rola Sazîya Dadweriyê wek sîstimeke serbixwe tîne.

 

 

Serepeyv