Sibat 21, 2023 17:04 Asia/Tehran
  • Riswatîya Til Avîvê; Tîma îsraîlî ya rizgarkirinê deqên destnivîs ji Kenîseyeke Entakîyeyê dizîn

Tîma Alîkarîgihandin û Rizgarkirinê ya îsraîlî ku ji bo alîkariya bo ziyandîtiyên nerdhejê li Tirkiyê hatibû şandin, hin deqên destnivîs ên kevn li Kenîseya kavilbûyî ya li bajarê Entakîyeyê dizîn.

Li gorî Russia Today a Erebî, Dizîna van deqên destnivîs ji Kenîseya Entakîyeyê Rejîma Siyonîst riswa kiriye û gelek aliyên medyayî li Tirkiye û welatên din ên navçeyê, ev kiryar şermezar kirine.

Di vê nûçeyê da hatiye, rayedarên siyonîst li pey belavbûna nûçeya vê riswatiyê ketine tevgerê û ev deqên kevn ên dizîyayî li Tirkiyê vegerandine.

Beriya vêya hin çavkanîyan hewl didan ku nûçeya dizîna berhemên kevn li Tirkiyê ji aliyê Tîma Alîkarîgihandin û Rizgarkirinê ya Rejîma Siyonîst derew bizanin.

Tê gotin, ev neçêbikaranîna rewşa ziyandîtiyên erdhejê ji aliyê Rejîma Siyonîst va tenê taybetî Tirkiyê nîne û li Sûriyê jî bi şêwazeke din qewimiye.

 

Serepeyv