Sibat 15, 2023 16:26 Asia/Tehran
  • Çînê tekezî li ser piştevaniya ji gelê Filistînê kir

Wezareta Karên Derve ya Çînê tekezî li ser piştevaniya vî welatî ji gelê Filistînê ji bo bidestxistina mafên xwe yên qanûnî kir.

Li gorî rapora IRIB News’ê, “Wang Wenbin” Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê got ku welatê wî pişta gelê Filistînê ji bo bidestxistina mafên xwe yên qanûnî û hewildana ji bo çareserkirina meseleya Qudsê bi rêya aştiyane digire.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê amadetiya welatê xwe ji bo dewama hevkariya digel civaka cîhanî ji bo xurtkirina rêkara giştalî, edlane û mayînde ji bo ramana Filistînê di dema herî zû da ragihand.

“Şî Cînpîng” Serokkomarê Çînê jî bi caran tevî ragihandina hevgirtina digel Filistînê, tekezî li ser piştevaniya vebirr a welatê xwe ji gelê vî welatî ji bo bidestxistina mafên xwe kiriye.

 

Serepeyv