Hemas: Êrişên Rejîma Sîyonîst ser Qudsa dagirbûyî cinayeta cengê ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/filistîn-i360190-hemas_Êrişên_rejîma_sîyonîst_ser_qudsa_dagirbûyî_cinayeta_cengê_ne
Tevgera Hemasê derbara tundbûna cinayetên cengê yên Rejîma Sîyonîst ên li Kempa Şe`fat ş bajarokê We`natayê ser bi Qudsa dagirbûyî hişyarî da û xwest ku civaka cîhanî zorê bide Rejîma Sîyonîst.
(last modified 2026-09-08T13:55:53+00:00 )
Îlon 08, 2026 17:25 Asia/Tehran
  • Hemas: Êrişên Rejîma Sîyonîst ser Qudsa dagirbûyî cinayeta cengê ne

Tevgera Hemasê derbara tundbûna cinayetên cengê yên Rejîma Sîyonîst ên li Kempa Şe`fat ş bajarokê We`natayê ser bi Qudsa dagirbûyî hişyarî da û xwest ku civaka cîhanî zorê bide Rejîma Sîyonîst.

Tevgera Hemasê di daxûyanîyekê da derbara tundbûna cinayetên cengê yên hikûmet u artêşa Rejîma Sîyonîst a dagirker ên li Kempa Şe`fat ş bajarokê We`natayê ser bi Qudsa dagirbûyî hişyarî da û xwest ku civaka cîhanî zorê bide Rejîma Sîyonîst. Tevgera Hemasê ragihand ku Rejîma Sîyonîst bilî cinayetên hanê, dest bi dorpêçkirina tund, daxistina derîyên bajarokan, têkbirina binesazîyan u desteserkirina berfire ya filistînîyan kirîye. 

Hemasê di vê daxûyanîyê da pêgirî kir ku Quds u hemî bajarok u kempên wî yê tam yên filisdtînîyan bin û her hewla Rejîma Sîyonîst ji bo îzolekirina, bicihkirina cihûyan u guhertina navên navçeyên filistînî û sepandina serdestîya xwe li vî şarî yê pêrgî berxwedana niştecîyên wan herêmana bibe u têk here. 

Hemasê pêgirî kir ku Rejîma Sîyonîst nikare projên çêkirina bajarokan li axa filistînîyan pêş da bibe û gelê Filistînê yê heta bidawîhatina destdirêjîyan û dagirkerîyê, ser axa xwe u mafên xwe bimîne.

Hemasê herwiha ji dewlet u gelên cîhanê xwest ku bi pêngaveke berfire u kêrhatî, zorê bidin ser Rejîma Sîyonîst da ku destdirêjîyan rawestîne, serokên vê rejîmê ji ber cinayetên ku kirine, werin mehkemekirin û piştgirîya tam bidin gelê Filistînê himberî tundkirina destdirêjîyên dagirkeran. 

Ji hêla din va, çavkanîyên nûçeyan ên filistînî ragihandin ku leşkerên Rejîma Sîyonîst êrişî rojhilata Xezzeyê kirin. Keştîyên cengê yên Rejîma Sîyonîst jî ber bi malên filistînîyan ên li bakur- rojavaya Zîvala Xezzeyê va gulle reşandin. Nûçegîhanê Şebekeya Al Mayadeenê li Xezzeyê ragihand ku leşkerên Rejîma Sîyonîst konên awareyan li herêma Mewasî li bajarê Refehê ku ketîye başûra Zîvala Xezzeyê dan ber gulleyan.

Artêşa Rejîma Sîyonîst a dagirker jî ragihand ku operasyoneke berfire li Kempa Penaberan a Şe`fatê u bajarokê Enatayê li rojhilata Qudsa dagirbûyî dest pê kirîye.