Tundkirina êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê
Çavkanîyên filistînî ragihandin ku di encama êrişa dagirkerên sîyonîst da careka din çend filistînî hatin şehîdkirin u birîndarkirin.
Li gorî raporan, di encama êrişên artêşa Rejîma Sîyonîst a dagirker da li Xan yûnisê ku ketîye başûra Zîvala Xezzeyê, herîkêm 2 filistînî hatin şehîdkirin u çend kes jî hatin birîndarkirin. Dagirkerên sîyonîst herwiha bi zêrêhpûşan êrişî Dêr Beleh u Kempa Bureycê li navenda Zîvala Xezzeyê kirin u ber bi hin navçeyên rojhilata Xezzeyê va gulle avêtin.
Li başûra Zîvala Xezzeyê jî, qayiqên cengê yên artêşa Rejîma Sîyonîst ber bi Xan Yûnisê va gulle avêtin. Artêşa Rejîma Sîyonîst herwiha bajarê Refeh da ber topan. Rêxistina Berevanîya Sivîl a Xezzeyê jî ragihand ku meytê 55 şehîdên filistînî ji bin kavilê avahîyekê li navçeya Zeytûnê li Xezzeyê peyda kirin. Rêxistina Hawargiheştin u Rizgarkirinê ya Xezzeyê pêgirî kirîye ku kêmbûna emraz u maşînên pêwîst ji bo rakirina kavilan, lêgerîna ji bo peydakirin u derxistina meytê şehîdan ji bin kelefeyan zehmet kirîye, lewma ji rêxistin u dezgehên navdewletî xwest ku alavên pêwîst ji bo peydakirin u derxistina meytan ji bin kavilan dabîn bikin.Li gorî rapora Wezareta Tenduristîyê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê, meytê nêzî 8 hezar şehîdî hela jî di bin kavilan maye.
Dagirkerên sîyonîst îro jî êrişî navçeya Sûdanîye li bakur- rojavaya Xezzeyê kirin ku di encamê da filistînîyek hat birîndarkirin. Nivîsgeha Mafên Merivan a NY li Filistîna Dagirbûyî jî di raporekê da ragihand: Tevî derbasbûna salekê ji agirbesê, ti cîyeke ewleh li Zîvala Xezzeyê nemaye. Vê nivîsgehê li gorî şehîdkirina 24 filistînîyan ji wan 4 zarokan u jinekê bi destê Rejîma Sîyonîst di 5 rojan di navbera dawîya Tebaxê u 1ê Îlonê da ragihandîye ku 21 kes ji wana di encama êrişên hewayî da hatine şehîdkirin.