Sibat 09, 2026 17:20 Asia/Tehran
  • Şehîdbûna 6 filistîniyan di encama berdewambûna agirbesê da li Xezzeyê

Rejîma siyonît a dagirker bi dewama binpêkirina agirbesê li zîvala Xezzeyê 6 filistîniyên din şehîd kirin.

 Di encama gulleavêtina leşkerên siyonîst li Beyt Lahiya û Dêr Belehê û êrişa rejîma dagirker ser taxên Zeytûn, Şucaiye û Tuffahê û herêmêm din ên nêzî xeta zer, 6 filistînî şehîd bûn û hejmarek jî birîndar bûn.

 Li gorî nûçeyeke din, Rejîma Siyonîst, sînordarkirinên  li derbasgehên zîvala Xezzeyê berdewam dike û rê nade kesên nexweş ji vê herêmê derkevin.

 Françêska Albanîz, Raportera taybet a NY di karûbarên Mafên Miarovan li erdên Filistînê jî tekez kir ku jînosayda li zîvala Xezzeyê berdewam dike û bi dawî nebûye.

 

Serepeyv