UNICEF: Rewşa li Zîvala Xezzeyê dibe sedema candayîna zarokan
Sibat 07, 2026 18:36 Asia/Tehran
Sîndûqa Zarokan a NY(UNICEF) ragihand ku reşwa Zîvala Xezzê hîna jî qeyranî ye.
UNICEF`ê îro ragihand ku rewşa li Zîvala Xezzê pirr qeyranî ye û ev rewşa dibe sedema candayîna zarokan. Zarokên filistînî li Zîvala Xezzê hîna jî ji ber bombebarana hewayî li ber zextê ne û ji ber têkçûna sîstimên tendirustî, av û perwerdehiyê di rewşeke pirr dijwar da ne.
Piştî biryara dijminane ya rejîma Siyonîst ya rawestandina çalakiyên Doktorên Bêsînor li Xezzeyê, rêxistinê ragihand: Tenê di sala 2025`an de, me ji 800 hezarî zêdetir şêwirmendiyên bijîşkî ji filistîniyan re peyda kirin, ji 100hezarî zêdetir birîndar derman kirin û ji 700 milyon lître zêdetir av da wan.