Pergala tenduristîyê ya Xezzeyê li ber hilweşîna tam da ye
Çavkanîyên pizişkî yên Xezzeyê derheq hilweşîna bêmînak û rêkxistinkirî ya pergala tenduristî û dermankirinê ya vê herêmê da hişyarî dan.
Mihemed Ebû Selîme Rêvebirê Komavahîya Pizişkî ya Şifayê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku di encama kavilkirin u jinavbirina binesazîyên girîng û berdewambûna dorpêça bi destê Rejîma Sîyonîst a dagirker da, zêde ji 20 hezar nexweş û birîndar li ber mirinê ne û heta nika zêde ji 3300 kes ji kesên di lîsteya bendevarîya şandina bo derve ya bi merema dermankirinê de, can dane.
Ebû Selîme amajeyî rewşa qeyranî ya dermankirinê li Zîvala Xezzeyê kir u got ku girtina rê li ber alavên pizişkî û daxistina derbasgehan bi hezaran nexweş pêrgî çarenûseke tarî kirine. UNRWAyê jî di daxûyanîyekê da ragihand ku rayedarên Rejîma Sîyonîst ji Adara 2025ê va rê li ber derbaskirina xwarek u alavên dermankirin, lêşarbûn û bicihkirina demkî bo Zîvala Xezzeyê girtine ku di encamê vê yekê da rewşa debarê û merivî li Zîvala Xezzeyê qeyranîtir bûye.
UNRWAyê di vê daxûyanîyê da pêgirî kirîye ku hemî alîkarîyên rizgarkirinê jibo veguhestinê hatine amadekirin u hişyarî da ku berdewambûna rêgirîya li ber derbaskirina alavên pêwîst, yê bibe sedema dûhatên karesatbar jibo bi sedan hezar awareyên filistînî ku girêdayîyê wan alîkarîyana ne. UNRWAyê herwiha bal kişand ser girantirbûna bêmînak a qeyrana merivî li Zîvala Xezzeyê û ji rayedarên Rejîma Sîyonîst xwest ku zûtirkê rê bide alîkarîyên vê rêxistinê ku li depoyên Misr û Urdinê tên xweyîkirin, bo Xezzeyê bên veguhestin.