Sibat 01, 2026 18:20 Asia/Tehran
  • Dewama êrişên rejîma Siyonîst ser Xezzeyê

Di dewama êrişên rejîma Siyonîst ser deverên curbicur ên Xezzeyê de 31 kes şehîd bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di nav kuştiyan de  ji bilî birîndar û kesên bêserşûnbûyî, çar girtî û sê efserên polîs ên jin jî hene. Rejîma Siyonîst  ji dema  cihanîna agirbesê li 10`ê cotmeha borî  ve  êrişên xwe yên bi hawan û xerakirina xaniyan berdewam dike.

Nivîsgeha  ragehandinê ya  hikûmetê li Xezzeyê got ku 22 hezar nexweş û birîndarên li vê herêmê li derveyî Xezeyê hewceyê xizmetên pizişkî ne.

 Wezareta tenduristiyê her wiha ragihand ku 6 hezar nexweşên filistînî bi rêya deriyê Refehê hewceyê xizmetên  pizişkî ne. Nexweş divê  bi lez li derveyî Xezzeyê werin dermankirin û jiyana wan di xeterê de ye. Divê rojane herî kêm 500 nexweş werin  veguhestin bo derve . Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê jî  ragehand ku di encama êrişa hewayî  ya siyonîstan ser  başûrê Lubnanê kesek hat şehîdkirin û du kes jî birîndar bûn.

 Ji dema cihanîna  agibesê di navbera  Libnan û rejîma Siyonîst di  Mijdara 2024`an de  ev rejîm tim vê binpê dike  û di mehên  derbasbûyî de  destdirêjiyên rejîma Siyonîst li dijî Libnanê zêde bûne.

 

Serepeyv