Di 48 sietên borî de zêdetirî 65 kes li Xezzeyê şehîd û birîndar bûne
Wezareta Tendrustiyê ya Filistînê ragehand ku di 48 sietên borî de zêdetirî 65 kesî li zîvala Xezzeyê şehîd û birîndar bûne.
Wezareta Tendrustiyê ya Filistînê li zîvala Xezzeyê ragehand ku di 48 sietên borî de herîkêm 17 filistînî di encama êrişên Rejîma Siyonîst ser deverên curbicur ên zîvala Xezeyê de şehîd bûne. 49 kes jî di encama van êrişan de birîndar bûne.
Her wiha hatiye ragehandin ku ji vê sibê ve herîkêm 12 filistînî şehîd bûne.
Bi vî awayî hejmara şehîdên filistînî di dewra qaşo agirbesê de li zîvala Xezzeyê ji 11 Cotmehê ve heta niha rabûye 509 kesan û hejmara birîndaran jî rabûye hezar û 405 kesan. Nivîsgeha Ragehandinê ya Hikûmeta Filistînî li Xezzeyê jî ragehand ku Rejîma Siyonîst ji dema ragehandina agirbesê ve heta niha hezar û 450 caran ev peymana binpê kiriye û di vê heyamê de 524 kes şehîd bûne.