Dewama binpêkirina agirbesê li Xezzeyê ji aliyê rejîma Siyonîst ve
Çavkaniyên nûçeyan derbarê dewama êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê û şehîdbûn û birîndarbûna hejmareke din a filistîniyan agahî dan.
Bi dewama binpêkirina agirbesê li Xezzeyê, leşekerên Siyonîst deverên vê zîvalê dan ber êrişan. Çavkaniyeke pizişkî li nexweşxaneya Şuhedayê Eqsayê ragihand ku piştî bombebarana kombûna welatiyan ji aliyê balefirên cengê yên Rejîma Siyonîst li kampa Mexazî li navenda Xezzeyê, du kes şehîd bûn û bi dehan filistîniyên din birîndar bûn. Li gor nûçeyeke din medya filistînî ragehand ku du filistîniyên din li bajarê Xan Yûnisê li başûrê Xezzeyê ji aliyê leşkerên siyonîst ve hatin şehîdkirin. Her wiha hatiye ragihandin ku gulleavêtina giran û berdewam a amûrên leşkerî yên Rejîma siyonîst li derdora mêhwera Moragê li bakurê bajarê Refeahê, li başûrê Xezzeyê di rojevê de ne.
Hevdem hêzên dagirker dest bi teqandin û kavilkirina avahiyên niştecihbûnê bajarê Refehê kirine û tankên vê rejîmê jî li bakurê rojavayê bajêr bi berfirehî gulebaran kirin. Li gorî raporan, tankên siyonîstan her wiha li rojhilatê bajarê Xan Yûnisê li başûrê Xezzeyê jî dane ber gulleyan. Li gor nûçeyeke din Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku cenazeyên 15 şehîdên din ji rejîma siyonîst wergirtine.
Ajansa Nûçeyan a Şehabê jî ragihand ku helîkoptereke Apaçî ya siyonîstan taxên rojhilatê Xezzeyê dane ber êrişan. Her wiha navçeyên rojhilatê Xan Yûnisê jî bi tundî ketine ber gulleyên siyonîstan .
Li navenda zîvala Xezzeyê jî helîkopterên dagirkeran rasterast rojhilatê kampa penaberan a Birîcê gulebaran kirine ku di encamê de tirs û xof ketiye nav xelkê wir.
Riyaz Mensûr, nûnerê daîmî yê Filistînê li NY jî ragihand ku ji dema agirbesa li Xezzeyê ve, rejîma siyonîst herî kêm 500 filistînî şehîd kirine û kavilkiriê berdewam dike.
Li gorî vê raporê, dewama êrişên siyonîstan, seirr û seqema giran û girtina deriyê Rfehê bûne sedema berdewamiya qeyrana mirovî li vê navçeyê ger çi qonaxa duyemîn a peymana agirbesê li Xezzeyê dest pê kiriye.