Rayedarê Hemasê: Siyaseta me rawestana li ber dijmin e
Çile 30, 2026 12:54 Asia/Tehran
Mehmûd Merdawî, rayedarê payebilind ê Hemasê, di daxuyaniyekê de tekez kir: Siyaseta me peyamek ji bo herêm û cîhanê heye, filistînî neteweyek yekgirtî xwediyê perspektîva siyasî û têkoşîna yekgirtî, zelal û cidî jibo rawestana li ber desdirêjiyên rejîma Siyonîst in.
Merdawî her wiha got: Îro, berxwedan rasterast di îradeya gelê Filistînê de xwe nîşan dide û bûye perspektîvek yekgirtî ji bo rawestana li ber destdirêjiya bajaroknişînên siyonîst li rexê rojavaya çemê Urdinê. Li gorî nûçeyek din Basim Neîm, ji rêberên Hemasê jî bal kişand ser lixwemukirhatina rejîma Siyonîst derheq kuştina zêdetirî 70 hezar filistîniyan ji aliyê rejîma siyonîst ve û got ku divê medyaya Rojavayî ji bo veşartina van cinayetan lêborînê bixwaze.