Çile 29, 2026 16:57 Asia/Tehran

Di berteka li himber gotinên serokwezîrê Rejîam siyonîst li ser bêçekkirina Hemasê de, rayedarên Hamasê cardinê tekez kirin ku bêçekkirina berxwedanê meseleyek navxweyî ye û ne girêdayî fermanên derve ye.

Mûsa Ebû Merzûq, rêberê payebilind ê Hemasê, bi redkirina her cure rêkeftina ji bo bêçekkirina berxwedanê tekez kir ku ev tevger qet razî nebûye ku teslîm bibe an jî berxwedanê bêçek bike. Ebû Merzûq her wiha got : Her cure biryarek têkildarî zîvala Xezzeyê divê bi hevkirina tevgera Hemasê werekirin. Wî her wiha bal kişand ser vê yekê ku radestkirina girtiyên siyonîst li Xezzeyê li gor rêkeftinê bûye û got:Serokwezîrê rejîma Siyonîst mafê xwe tine ku îstifada kirêt ji vê meselê bike. 

Hisam Bedran, endamê polîtboroya Hemasê, gotinên serokwezîrê Rejîma siyonîst Binyamîn Netanyahû li ser pêwîstiya bêçekkirina Hemasê di qonaxa duyemîn a peymana agirbesê şermezar kir û tekez kir ku çekên berxwedanê meseleyeke navxweyî ne û ne di bin fermanên ji derve ne. Bedran got ku qonaxa duyemîn a peymana agirbesê divê vekişîna tam a hêzên rejîma dagirker ji Xezzeyê û destpêkirina cidî ya ji nû ve avakirina kaviliyên herêmê garantî bike.

Ji aliyê din ve berdevkê Hemasê Hazim Qasim dewama cinayetên rejîma Siyonîst li Xezzeyê tevî agirbesê şermezar kir û got: Hamas amade ye ku rêveberî û serweriya Xezzeyê radestî komîteyek filistînî bike û divê aliyên navbeynkar bi cidî mijara agirbesê bişopînin da ku cinayetên rejîma Siyonîst rawestînin. 

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê jî ragihand ku di di dewama cinayetên rejîma siyonîst de pênc filistîniyên din şehîd bûne û hejmara şehîdan gihîştiye 71 hezar û 667 kesan

 

Serepeyv