Rewşa xirab a tendrsutiyê li Xezzeyê
Çavkaniyeke pizîşkî li Xezzeyê ragehand: Rewşa tendrsutiyê li Xezzeyê ji ber destdirêjiya berdewam û berbendên giran li ser rêya derbaskirina amûrên pizişkî û dermanên pêdivî ji aliyê Rejîma Siyonîst ve bi awayekî bêmînak û bikaresat ber bi xerabbûnê ve diçe.
Mihemed Ebû Nêda, Rêveberê Pizişkî yê Navenda Kanserê ya Xezzeyê, bal kişand ser xerabûna rewşa tendrustiyê li Xezzeyê û got: Ev rewş ne tenê gefê li nexweşan dixwe belku gefeke rasterast dijî tendusritiya gişt rûniştiyên Xezzeyê ye û sîstema tendrsutiyê ber bi têkçûnê ve dibe. Rêveberê pizişkî yê Navenda Kanserê ya Xezzeyê bal kişand ser hejmara tiştê ku wekî gornên bêdeng tên binavkirin û got: Piraniya nexweşan niha jibo pêderxistin û dermankirinê divê herin derveyî Zîvala Xezzeyê lê berbendên îdarî û emnî ser rêya wan heye. Eymen Ebû Rehme, Serokê Dayireya pêşîlêgirtinê ya Wezareta Tendrsutiyê li Xezzeyê jî got: Di kelekela hilweşyana sîstema tendrsutiyê rewşa debar û jîngehê bi taybet bi destpêbûna zivistanê û dewama pêla sermayê, belavbûna nexweşiyên bêhnkişandinê bûye xetereke cidî . Wî got ku Ji sedî 90`ê niştecihên Xezzeyê niha aware bûne û piraniya wan li kampên qelebalix de dijîn û ev rewş rasterast di belavbûna nexweşiyên bêhnkişandinê de bandora xwe heye. Çavkaniyên Tendrsutiyê li Xezzeyê bang li saziyên navneteweyî, saziyên mafên mirovan, saziyên tendrsutiya cîhanî kirin ku bila demlidest zextê bidin ser rayedarên dagirker ku îzna derbasbûna hemû amûrên pizişkî û dermanan bêyî berbend bidin û yên nexweş bikaribin ku jibo pêderxistin û dermankirinê herin derveyî Xezzeyê beriya ku canê xwe ji dest bidin.