Çile 07, 2026 16:39 Asia/Tehran

Çavkanîyên tenduristî u pizişkî li Xezzeyê ragihandin ku qeyrana tenduristîyê li vê zîvalê gihîştîye asta herî giran û tevî ku nêzî 3 mehan berî nika va agirbes dest pê bûye u nexweş u birîndar bere bere can didin.

Dr. Mihemed Ebû Selîme Rêvebirê Komavahîya Pizişkî ya Şifa li Zîvala Xezzeyê amajeyî qeyrana tenduristîyê li vê zîvalê kir ku ji destpêka şêrr va dest pê bûye u got: Rawestandina şêrr û pêkanîna agirbesa sist, rewşa tenduristî u pizişkî ya Xezzeyê qet çêtir nekirîye û bi zêdebûna hejmara nexweşan, kêmbûna giran a dermanan u mirina bere bere ya merivan, nika nexweşxane di qonaxa qeyranî da ne.

Ebû Selîme herwiha got: Nexweşxaneyên Xezzeyê vê gavê zêde ji sedî 150yê potansîyela xwe kar dikin û em pêrgî kêmbûna giran a dermîn u alavên pizişkî bûne.Rewşa nika yek ji qeyranên herî giran ên tenduristîyê ye ku Zîvala Xezzeyê ji destpêka şêrrr va heta nika pêrgî wê bûye. Wî pêgirî kir: Li nexweşxaneyan bi hegera kêmbûna dermanan u belavbûna nexwşîyên bêhnistandinê, hejmara kesên can didin, jorda diçe nemaze kesên ku tûşî nexweşîyên demdirêj bûne u pîr u kal in. Ev rewşa hevgavê pêlên serma u seqemê ye ku awareyên filistînî di nav kon u çadirên bêyî imkanên berayî yên parastinê li ber xwe didin. Rêxistin u dezgehên tenduristîyê li Zîvala Xezzeyê jî derheq têkçûna tam a sîstema tenduristîyê ya bi hegera kavilkirina berfire ya nexweşxaneyan, kêmbûna dermanan û sînordarkirina derbaskirina alavên pizişkî da hişyarî dane. Rêxistinnê Pizişkî yên navdewletî jî ragihandin ku li gorî hejmara zêde ya kesên di nav kon u çadiran da dijîn û ji ber hilweşîna pergala xizmetguzarîya pizişkî ku bûne sedem nexweşîyên kêmgirtin u bedxorak nemaze di nav zarokan da gellekî berbelav bibin, canê merivan li ber gefê ye û heke ev rewşa bidome u giritna rê li ber derbaskirina alavên pizişkî û dermîn bidome, divê çaverêyê karesata merivî ya girantir bibin. 

Serepeyv