Çile 02, 2026 17:20 Asia/Tehran

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê, bi tekeziya ser berdewamiya cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê, ragihand ku hejmara şehîdên êrişa rejîma Siyonîst ser Xezeyê gihêşt 71 hezar û 271 kesan.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê  bi daxûyaniyekê ragehand: Hejmara birîndaran jî gihîştiye 171 hezar û 233 kesan. Li gorî vê daxuyaniyê, di 24 sietên borî de, cenazeyên du şehîdan bo nexweşxaneyên li Xezzeyê hatine veguhastin, yek ji wan vê dawiyê şehîd bûye û cenazeyê şehîdekî din ji bin xirabeyan hatiye derxistin. Her wiha di vê midehê de,di encama êrişên hêzên dagirker ser Xezzeyê de filistîniyek birîndar bûye. Çavkaniyên herêmî  li Xezeyê jî îro ragihandin ku zarokekî filistînî li kampa Nuseyratê ji ber sermaya giran şehîd bûye û hevdem jinek û zarokê wê  di encama şewata li  navenda  Awareyan a Yermokê  li rojavayê  Xezzeyê de şehîd bûne

Çavkaniyên nûçeyan her wiha ragihandin ku li deverên curbicur ên zîvala Xezzeyê û Rexê Rojava êrişên artêşa Rejîma Siyonîst  berdewam dikin. Li gorî raporên medyayê, di çend sietên  borî de deverên bakur û başûrê zîvala Xezzeyê rastî êrişên topxaneyî yên artêşa  siyonîst  hatine. Artêşa Rejîma Siyonîst çend caran derdora xaçerêya Sinafûrê li taxa Tuffah li bakurê rojhilatê Xezzeyê topbaran kiriye.Başûr jî deverên rojhilatê bajarê Xan Yûnisê jî bûne şehedê êrişên bi tankan û topxaneyên hêzên dagirker ên Rejîma Siyonîst ser mal û milkên welatiyan. Bajarokên Beyt Cala û Hûsan  li parêzgeha Beyt Lehmê jî rastî êrişên  leşkerên Rejîma Siyonîst hatine.

Serepeyv