Şehîdbûna 275 nûçegîhanî di şerê li Xezzeyê da
Kanûn 31, 2025 18:16 Asia/Tehran
Di sala 2025ê da 275 nûçegîhanên filistînî li Zîvala Xezzeyê hatin şehîdkirin.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Hikûmeta Filistînê li Xezzeyê ragihand: Ji destpêka şerê li Zîvala Xezzeyê va, 275 nûçegîhanên filistînî hatine şehîdkirin u 420 nûçegîhan jî hatine birîndarkirin. Herwiha 3 nûçegîhan bêseuşûn in û heta vê kêlîyê tu agahîyek derbara çarenûsa wan da tineye.
Ev hejmara nûçegîhanên şehîd li Xezzeyê nîşan dide ku Rejîma Sîyonîst enqest êrişî nûçegîhanan dike û bi kuştin, girtin u tirsandin û binpêkirina qanûnên navdewletî dixwaze dengê rastîyê vemirîne.