Sala 2025ê u karesata li Xezzeyê
Nivîsgeha Ragihandinê ya Hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku artêşa Rejîma Sîyonîst a dagirker di sala 2025ê da 112 hezar ton maddeyên teqandinê ser serê welatîyên filistînî yên niştecîyê Zîvala Xezzeyê da barandîye.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê bal kişand ser berualyên karesata merivî- aborî ya ji ber cinayetên Rejîma Sîyonîst di sala 2025ê da li Zîvala Xezzeyê u ragihand: Zêde ji 2 milyon û 400 hezar kes ji niştecîyên Xezzeyê di sala buhurî da li ber qirrkirin u birsîbûna sîstematîk da bûne. Di vê heyamê da, 283 rojan destdirêjî ser Xezzeyê berdewam bûye û heta dewrên agirbesê jî ji hêla Rejîma Sîyonîst va bi caran hatine binpêkirin. 112 hezar ton maddeyên teqandinê dijî welatîyên filistînî li Zîvala Xezzeyê hatine bikaranîn. Nêzî sedî 90 binesazîyên bajêr li Xezzeyê hatine têkdan u jinavbirin. Di warên tenduristî u perwerdê da jî, bi dehan nexweşxane, dibistan, navendên perwerdê ji kar ketine û bi sedan ambulans û navendên hawargiheştin u rizgarkirinê ketine ber êrişan. Di sala 2025ê da bi giştî bayê zêde ji 33 milyard dolarî zîyana rasterast li abora Xezzeyê ketîye ku bi awayekî zelal kûratîya karesateke mêbînak a merivî nîşan dide. Di sala 2025ê da nêzî 21 hezar êrişên hewayî û 430 operasyonên leşkerî ji hêla Rejîma Sîyonîst ve li seranserê Filistînê u çend welatên navçeyê pêk hatine; destdirêjîyên ku di encama wan da bi hezaran kes hatine şehîdkirin. Di beşeke vê raporê da jî hatîye ku hema 19 hezar u 530 cî li Zîvala Xezzeyê bûne armanca êrişan û 13 hezar u 910 avahî u binesazî hatine jinavbirin.