NY: Xezze li ber xelaya berfire ye
Rêxistina Cîhanî ya Tenduristîyê ragihand ku Xezze li ber xelayeek berfire ye û derman u alavên pizişkî bi awayekî berfire kêm bûne.
Têdros Adhanom Rêvebirê Rêxistina Cîhanî ya Tendurstîyê got: Zêde ji 100 hezar zarol u 37 hezar jinên ducanî û xwedîzêç heta Nîsana 2026ê li ber bedxworakîya giran in. Adhanom pêgirî kir ku tenê sedî 50yê navendên tenduristîyê hema bêje çalak in, di halekî da ku derman u alavên pizişkî li Xezzeyê gellekî kêm in. NY herwiha xwest ku alavên pizişkî demlidest u bêyî şert u merc ji bo rizgarkirina canê merivan derbasî Xezzeyê bên kirin.
Ji hêla din va, Rêxistina Rizgarkirina Zarokan pêgirî kir ku qeyrana merivî li Zîvala Xezzeyê didome û ragihand ku tevî sekinandina cengê, karesata merivî li vê herêmê didome. Vê rêxistinê xwest ku derbasgehên Xezzeyê demlidest bi merema derbaskirina alîkarîyên merivî bên vekirin û pêgirî kir ku bêyî vekirîbûna berdewam a derbasgehan dabînkirina hewcedarîyên bingehîn ên niştecîyên vê herêmê nepêkan e.
Li gorî daxûyanîya Rêxistina Rizgarkirina Zarokan, di vê sirr u seqema zivistanê da, pêwîstîya demlidest bi derbaskirina malên hazirî, sitarên demkî û kincên taybet bi zivistanê nemaze ji bo zarokan heye, ji ber ku zarok zêdetir ji kesên din li ber xetera sirr u seqemê u dûhatên wê ne. Vê rêxistinê herwiha hişyarî da ku sekinandina pevçûnan nayê wateya bidwîhatina qeyrana merivî u derengxistina şandina alîkarîyan dikare canê bi hezaran kesên sivîl nemaze zarokan pêrgî gefa ciddî bike.