Kanûn 23, 2025 21:39 Asia/Tehran
  • Hejmara şehîdên Xezzeyê gihîşt 70 hezar û 942 kesan

Di 24 sietên borî de 5 şehîd û 3 birîndar hatin veguhestin bo nexweşxaneyên Xezzeyê.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê tekez kir ku hîn hejmarek ji qurbaniyan di bin kavilan û di derbasgehan de ji ber nebûna tîmên hawargîhandinê asê mane. Ji destpêka şerê jînosaydê yê Rejîma Siyonîst dijî Xezzeyê di 7`ê Cotmeha 2023`an de, hejmara şehîdan gihîştiye 70 hezar û 942 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 171 hezar û 195 kesan. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê her wiha ragihand ku welatiyek ji ber rewşa xirab a av û hewayê şehîd bûye û hejmara qurbaniyên ji ber hilweşîna avahiyan di encama pêla serma û seqemê de gihîştiye 16 kesan.

Serepeyv