Kanûn 22, 2025 12:48 Asia/Tehran
  • Berdewambûna êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê, şehîdbûna 20 kesan di encama xerakirina xaniyan da

20 filistîniyên din li zîvala Xezzeyê di encama wêrankirina xaniyên wan a ji ber êrişên Rejîma Siyonîst de şehîd bûn.

Hevdem ligel berdewambûna êrişên hewayî yên berfireh ên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezzeyê û wêrankirina berfireh a xaniyên vê herêmê Dayireya Berevaniya Sivîl a Xezzeyê ragihand ku ji destpêka vê mehê ve 20 filistînîyan ji ber hilweşîna 22 malan jiyana xwe ji dest dane.

Hevdem Serrêveberê Rêxistina Cîhanî ya Tenduristiyê ragihand ku zêdetirî 100 hezar zarok û 37 hezar jinên ducanî û jinên bi dergûş li zîvala Xezzeyê bi kêmbûna xwarinê re rûbirû ne.Tedros Adhanom tekez kir ku hewldanên ji bo têkoşîna li dijî xelaya li Xezzeyê hela jî serkevtî nebûne.

Di heman demê de, hate ragihandin ku şerê Xezzeyê bûye çavkanîya 15 mîlyar dolar derhatê ji bo Rejîma Sîyonîst. Li gorî raporên ku ji hêla medyayên filistînî ve hatine bidestxistin, Rejîma Siyonîst di sala 2024an de bi rekora di firotina çekan de 15 milyar dolar derhat hebûye. 

Serepeyv