Rêvebirekî Hemasê: Berxwedan biryara netewî ya Filistînê ye Hemas mafê bersivdana himber binpêkirinan parastî dizane
Rêvebirekî Hemasê pêgirî kir ku berxwedana gelê Filistînê kokvedayî ye û ragihand ku berxwedan biryareke gelanî u netewî ye û Hemas himber binpêkirina berdewam a agirbesê ya ji hêla Rejîma Sîyonîst va, mafê bersivdanê ji xwe ra parastî dizane.
Usame Hemdan yek ji rêvebirên Tevgera Hemasê di hevpeyvînekê da got: Hemas dirêjatî û berdewamîya têkoşîna gelê Filistînê ye û di 40 salên buhurî da, rêya berxwedana himber dagirkerîyê parastîye u dîyar kir: Ev tevgera ji roja ku hatîye damezirandinê va, xwedîyê rol u cîgeheke girîng di meseleya Fiilstînê da bûye û hertim ser bingeha helwesta netewî kar kirîye. Vî rayedarê Hemasê amajeyî binpêkirna berdewam a agirbesê bi destê Rejîma Sîyonîst kir u ragihand ku ji dema agirbesê va heta nika, zêde ji 400 filistînî ku pirranî jin u zarok bûne, di encama êrişên Rejîma Sîyonîst da hatine şehîdkirin. Ji hêla din ve, belge u şehîdkirina welatîyan nîşan didin ku destavêtin, şikence û şîdeta himber êxsîrên filistînî di zîndanên Rejîma Sîyonîst da bûye babeteke berdewam u rêkxistinkirî û dezgehên emnî u dadwerîyê yên vê rejîmê pişta pêkînerên van karana digirin. Tevî cinayet u hovîtîya sîyonîstan li herêma Xezzeyê, hela jî gel jyana xwe didomîne û 54 keç û kurên filistînî merasima zewaca xwe bi amadebûna bi hezaran kes ji niştecîyên bajarokê Hemedê li şarê Xan Yûnisê li navenda Zîvala Xezzeyê li dar xistin. Vê merasimê piştî 2 sal şer u dorpêçê atmosfera Zîvala Xezzeyê di van rojên dawîyê da guhert û dengê şayî û kêfxweşîyê ji nav kavil u kelefeyên li vî bajarokî olan daye.