Kanûn 08, 2025 13:34 Asia/Tehran
  • Hemas: Em dê tenê dema bidawîhatina dagirkerîyê da çekên xwe radest bikin

Serokê Tevgera Hemasê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku ev tevgera yê tenê dema bidawîhatina dagirkerîya Rejîma Sîyonîst li axa Filistînê, çekên xwe radest bike.

Xelîl Heyye got ku Tevgera Hemasê amade ye çekên xwe radestî wê hikûmetê bike ku di siberojê da birêvebirina Zîvala Xezzeyê bigire destê xwe, lê bi mercê bidawîhatina dagirkerîya Rejîma Sîyonîst.

Wî herwiha got ku merema wî ji hikûmeta bê li Xezzeyê, hikûmeta Filistînê ya bê bi serwerîya tam e. Wî dîyar kir ku meseleya çekên di destê me da hela jî mijara gotûbêja tev komên curbicur u navbeynkaran e. Lihevkirin hela jî di qonaxên berayî da ye. Em razî ne ku hêzên navdewletî wek hêzên navbirr, çavdêrêrîyê ser sînoran u agirbesê li Xezzeyê bikin.

Mehmûd Ebbas Serokê Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê jî ragihand ku destpêkirina qonaxa duyem a plana Donald Trump Seroomarê Amerîkayê ya têkildarî Xezzeyê, hewcedarê vekişîna Rejîma Sîyonîst ji vê herêmê û radestkirina çekên di destê Hemasê da bo Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê ye.

Hazim Qasim Berdevkê Tevgera Hemasê jî got: Em ji bo bicihanîna qonaxa duyem a rêkevtinameya agirbesê amade ne. Wî got ku tevî binpêkirina berdewam a agirbesê bi destê Rejîma Sîyonîst, em hela jî pabendê bicihanîna qonaxa yekem a rêkevtinameya Şerm ul Şêxê ne.

Berdevkê Hemasê herwiha got: Bi nêrîna me ti kêşe u berbendek tineye ku hêzeke navdewletî were pêkanîn u li Zîvala Xezzeyê were bicihkirin, bi mercê ku ew hêza sivîlên filistînî li Zîvala Xezzeyê himber destdirêjîyên Rejîma Sîyonîst biparêze û istiqrarê li vê herêmê garantî bike.

Di vî halî da Nivîsgeha Ragihandinê ya Hikûmeta Filistînê li Xezzeyê jî ragihand ku Rejîma Sîyonîst heta tenê rê daye ji 660 kamyonên hilgirê alîkarîyên merivdostîyê yên li gorî rêkevtinameya agirbesê, 104 kamyon derbasî Zîvala Xezzeyê bibin. 

 

Serepeyv