Kanûn 06, 2025 15:38 Asia/Tehran

Berdevkê UNICEFê ragihand ku ji destpêka agirbesa li Xezzeyê ve 70 zarokên filistînî hatine şehîdkirin.

Berdevkê  Sindûqa Zarokan a NY (UNICEF), got ku şerê Xezzeyê bandorek xirab ser zarokên vê navçeyê kirîye, bi curekê ku  piraniya wan nivîşkan u seqet bûne. Berdevkê UNICEFê got ku nêzîkî 4 hezar zarok divê ji  zîvala Xezzeyê  bên veguhestin û li dervey vê herêmê  bên dermankirin. Wî got ku ji destpêka agirbesê ve li Xezzeyê 70 zarok hatine şehîdkirin. Hevdem Nivîsgeha Hevahengiyê ya Karûbarên Mirovî ya NY (OCHA) tekez kir ku zêdebûna êrişên hewayî yên Rejîma Siyonîst û êrişên  bajaroknişînan ser deverên curbicur yên rexê rojavaya çemê Urdinê bûye sedema qeyraneke mirovî ya giran li herêmê. Stêfan Ducarîk Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY her wiha got ku bajarknişînên Siyonîst li rexê rojavaya çemê Urdinê îsal rojane bi navînî pênc caran êrişî filistîniyan kirine. Wî got ku ji destpêka salê ve, li zêdetirî 270 cihan li seranserê rexê rojavaya çemê Urdinê hezar û 680 êrişên ji aliyê bajaroknişînên siyonîst ve hatine tomarkirin, ku di encamê de gelek kes hatine kuştin an ziyanên darayî dîtine yanê  bi awayekî navîn pênc êriş di rojekê de. Zêdebûna operasyonên leşkerî yên Rejîma Siyonîst li bakurê rexê rojavaya çemê Urdinê bûye sedema pêlên nû yên koçberbûnê, qedexeya jibo hatin û çûyîna filistîniyan, daxistina dibistanan û  derxstina pirsgirêkan ser rêya pêşkêşkirina xizmetguzariyan.

 

Serepeyv