Rexneya Hemasê ji dewama pilana koçberkirina filistîniyan ji aliyê Rejîma Siyonîst ve
Kanûn 04, 2025 15:17 Asia/Tehran
Endamekî payebilind ê Tevgera Hemasê amajeyî ragihandina vebûna yekalî ya derbasgeha Refehê kir û got: Helwêstên Rejîma Siyonîst li hember Refehê, pişkek ji pilana koçberkirina filistîniyan e.
Mihemed Nezzal, endamê payebilind ê Tevgera Hemasê bi ragihandina vebûna yekalî ya derbasgeha Refehê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve, bixwe jî bi awayekî yekalî, got ku eva pişkek ji pilana koçberkirina filistîniyan ji aliyê vê rejîmê ve ye û pêgîrî kir ku ev pîlana Rejîma Siyonîst mehkûmî şikestê ye. Serokê Saziya Ragihandina Hikûmî ya Misrê jî di vî warî de got: Koçberkirina filistîniyan ji Zîvala Xezzê, xêza sor a Misrê ye û Qahire qet wê razî nebe ji ber ku ev kara wekî dijîayetiya li hember agirbesa Xezzê ye.