Mijdar 27, 2025 14:34 Asia/Tehran
  • Binpêkirina Agirbesê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve û zêdebûna hejmara Şehîdên Xezzeyê

Rejîma Siyonîst di dewama cinayetên xwe yên dijî gelê Filistînê ji vê sibê ve bi êrişên hewayî û topxaneyî, gulebaranên berfireh û wêrankirina malên filistîniyan, 16 caran peymana agirbesê binpê kiriye û di gera nû ya van êrişan de, 6 filistîniyên din şehîd bûne.

Artêşa dagirker a Siyonîst îro û di dewama cinayetên xwe de çend caran bajarê Xezzeyê da ber êrişan û her wiha  bi hawanan rojhilatê kampa Birîcê li navenda Xezzeyê da ber êrişan . Di vê çarçoveyê de hevdem li gel êrişên hewayî ser taxên Tufah û Şuca'iyeyê, xwefirên Rejîma Siyonîst li deverên rojhilatê Xezzeyê  dest bi geştên esmanî yên keşfê yên berfireh kirin. Her wiha balafirên artêşa dagirker bajarê Xan Yûnisê jî bombebaran kirin, di vê navberê de gelek xanîber li rojhilatê bajêr hatin wêrankirin. Balafirên şer ên Rejîma Siyonîst her wiha  bi awayekî berfireh ser bakur-rojhilatê Xan Yûnisê firîn û ev navçe bombebaran kirin. Bajarê Refehê jî vê sibê  bû şehedê du qonaxên êrişên hewayî yên giran ku di sietên serê sibê de hatin dubarekirin. Hevdem helîkopterên leşkerî yên Rejîma Siyonîst dest bi gulleavêtinê kirin. Medyayên filistînî ragihandin ku di encama êrişên berdewam ên rejîma siyonîst de, şeş filistîniyên din şehîd bûn û bi dehan kes birîndar bûn.Cinayetên Rejîma Siyonîst û binpêkirina agirbesa Xezzeyê di halekî de berdewam dikin ku Îsmaîl Sewabite, Rêveberê Giştî yê Nivîsgeha Ragihandinê ya Hikûmeta Filistînê li Xezzeyê, bal kişand ser siyasetên nemirovane yên Rejîma Siyonîst derheq astengkirina şandina alîkariyên mirovî bo gelê Xezzeyê û ragihand ku dagirker rojane tenê dihêlin ku 203 kamyon derbasî Xezzeyê bibin li şûna 600 kamyonên ku di peymana agirbesê de hatiye qeydkirin û enqest  sozên xwe di peymana agirbesê de paşguh dikin da ku êşa gelê Xezzeyê girantir bikin.Tabûrên Îzedîn Qessam, baskê leşkerî yê tevgera Hemasê,  di daxûyaniyekê de binpêkirina agirbesa Xezzeyê ji aliyê rejîma Siyonîst ve şermezar kir û di peyamekê de ji dagirkerên Siyonîst re tekez kir ku teslîmbûn di ferhenga berxwedanê de cih nagire û berxwedan berdewam dike.

Serepeyv