Mijdar 26, 2025 18:36 Asia/Tehran
  • Berteka Hemasê li himber pejirandina plana firotina erdên Rexê Rojavaya Çemê Urdinê li Knêsêta Rejîma Siyonîst

Hemasê di daxûyaniyekê de pejirandina Pênumaqanûna nû li komîteya derve û ewlehiyê ya Kinêsêta Rejîma Siyonîst şermezar kir.

Hemasê ev kiryar wekî cinayeteke nû û binpêkirina rewşa hiqûqê ya Rexê Rojava Çemê Urdinê wek erdekî dagirkirî da zanîn û ragehand ev qanûn rê dide bajaroknişînan rasterast erdên rexê rojava bikrin. Vê tevgerê tekez kir ku pejiardina planên bi vî rengî nîşana siyasetên berfirehxwaziyê yên Rejîma Siyonîst e û nsbe civaka cîhanî li hember van kiryaran bêdeng bimîne. 

Hemasê her wiha ji NY û Yekitiya Ereban xwest ku  jibo rawestandina projeyên destdirêjkerane û piştgiriya mafên gelê Filistînê demlidest bikevin tevgerê.

Serepeyv