Hemas: Biryarnama Amerîkayê têkildarî Xezzeyê berovajî mafên Filistînê ye
Tevgera Berxwedana Islamî ya Filistînê (Hemas) himber pesendkirina pêşnumeya biryarnama ku Amerîkayê derbara Xezzeyê da li Konseya Emnî raber kirîye bertek nîşan da û ragihand ku ev biryarnama berovajî daxwaz u mafên sîyasî û merivî yên gelê Filistînê ye.
Konseya Emnî ya NY şeva buhurî pêşnivîsa biryarnama ku Amerîkayê têkildarî Xezzeyê raber kir, pesend kir. Ev biryarnama rê dide bicihkirina hêzên navdewletî ji bo pêkanîna istiqrarê li Xezzeyê, komkirina çekan u jinavbirina binesazîyên leşkerî. Usame Hemdan yek ji endamên payebilindên Hemasê got ku pêşnivîsa vê biryarnamê menşûrên navdewletî binpê dike u vê rastîyê berçav nagire ku dagirkerîya Rejîma Sîyonîst kok u serekanîya pirsgirêkan e.
Tevgera Cîhada Islamî ya Filistînê jî amajeyî vê yekê kir ku biryarnama Amerîkayê têkildarî Xezzeyê di çarçova destûrkar u siyasetên sîyonîstan da ye u pêgirî kir ku Bereya Berxwedanê u çeka wê mafê me yê rewa ye û hemî filistîn îdijî vê biryarnameyê ne. Wekîlê Dayimî yê Ûrsêtê li NY jî got ku hêzên NY ji bo pêkanîna istiqrarê li Zîvala Xezzeyê diqewime ku veguherin alîyê pevçûn u kêşeyê. Wekîlê Çînê li NY jî derbara vê biryarnamê da hişyarî da û got ku biryarnama Amerîkayê serwerîya Filistînê binpê dike. Ev biryarnama di halekî da hatîye pesendkirin ku ku binpêkirina agirbesê ji hêla Rejîma Sîyonîst va li Zîvala Xezzeyê hela jî didome.