Jîyana awareyên filistînî di konên rizî û di nav baran û sermayê da
Ajansa Karpeydakirina bo Awareyên Filistînî ya NY (UNRWA) ragihand ku bi sedan hezar aware li Zîvala Xezzeyê jîyana xwe di nav sermayê da bêyî emrazên berayî yên germkirinê derbas dikin.
NY ragihand ku 17 hezar malbatên filistînî li Zîvala Xezzeyê di rewşeke gellekî giran da derbas dikin taybet jî di 3 rojên buhurî da ji bertofan u baranên guj rewşa wan zehmetir bûye. NY herwiha ragihand ku zêde ji 282 hezar mal an tam hatine kavilkirin an tûşî zîyanê bûne. Zarok jî di vê hewaya sar da derbas diin di halekî da ku kincên pêwîst tinene u gellek zarok jî tûşî bedxworakîyê bûne u gellekî lawaz bûne. UNRWAyê jî ragihand ku bi dehan hezar malbatên filistînî neçar in ku di vê hewaya sar u di bin baranê di nav kon u çadirên rizî da derbas bikin. Vê dezgeha navdewletî herwiha pêgirî kir ku awareyên filistînî di nav qerebalixîyê, bêyî xizmetguzarî ji ber sermayê tûşî gellek pirsgirêkan bûne. Di vê hewaya sar da, baran dide bin kon u xêvetên awareyan u Dayra Berevanîya Sivîl a Xezzeyê daxwaza alîkarîyên lezgîn ji bo malbatên aware yên filistînî kir u ragihand ku rewşa wan qeyranî ye. Awareyên filistînî li Zîvala Xezzeyê hewil didin kon u çadirên xwe ji baran û lehîyê rizgar bikin. Barîna baranê rewşa merivî li Xezzeyê aloztir kirîye û malbatên bêsitar pêrgî gellek xeteran bûne.