Mijdar 10, 2025 20:10 Asia/Tehran

Şaredariya Bajarê Xezzeyê hişyarî da ku bi nêzîkbûna zivistanê re karesateke mirovî ya girantir li bajêr çêdibe.

Şaredariya Xezzeyê tekez kir ku ev bajara ji ber hilweşîna torên av û jêravê bi rewşek xeternak re rû bi rû ye û her baranek dê pirsgirêkên bi sed hezaran mirovên bêwar ên ku li derve an jî di konên hilweşiyayî de dijîn zêde bike. Vê rêxistina filistînî diyar kir ku ji sedî 93`ê konên kesên aware wêran bûne û rewşa bajêr dê di hefteyên pêş de xirabtir bibe ji ber ku berî demsala zivistanê, destûr nehatiye dayîn ku kelûpel û alavên pêwîst ji bo tamîrkirina torên av û jêravê bikevin bajêr. Li gorî amarên herî dawî yên ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ve li Xezzeyê hatine ragihandin, ji 7`ê Cotmeha 2023`an vir ve hejmara giştî ya şehîdên êrîşên rejîma Siyonîst ser Xezzeyê gihîştiye 69 hezar û 176 kesan. Piştî agirbesta vê dawiyê, li Xezzeyê zêdetirî 240 kes şehîd bûne.

Serepeyv