Berdevkê baskê leşkerî yê tevgera Cîhada Îslamî: Em di ciheke çarenivîssaz de rawestane
Berdevkê Tabûrên Qudsê, baskê leşkerî yê tevgera Cîhada Îslamî, tekezî ser pabendbûna berxwedanê bi peymana agirbesa Xezzeyê kir û ragihand ku gelê Filistînê di xalek hestyar û diyarker de ye.
Ebû Hemze di peyamekê de bal kişand ser destpêk û berdewamiya operasyona Bahoza Eqsayê û got: Em niha di qonaxek hesas û dîrokî de ne û ev xalek çarenivîssaz e. Ev şer bersivek e ji bo cinayetên bêdawî yên dijminê siyonîst li Qudsê û Rexê Rojava Çemê Urdinê, dosiya girtiyên filistînî, dorpêçkirin û jînosayda xelkê Zîvala Xezzeyê.
Ebû Hemze got ku Tabûrên Qudsê, wekî hêzekê li axa xwe, li himberî dijmin radiwestin û heke pevçûn bi salan berdewam bike, ew ê teslîm nebin. Wî her wiha tekezî ser parastina çekên berxwedanê û hevgirtina bi komên din ên berxwedanê re kir. Ebû Hemze piştgiriya Komara Îslamî ya Îranê bi bîr xist û got ku ev welat zanyar û fermandên xwe yên herî baş pêşkêşî rêya Qudsê kiriye. Hevdem Ehmed Mesûd, rêveberê Navenda Kesên bêserûşûn li Filistînê, ragihand ku texmînên berayî nîşan didin ku hejmara kesên bêserûşûn bûyî li zîvala Xezzeyê digihîje şeş hezar kesî. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê jî ragihand ku hejmara şehîdên êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê de gihîştiye 68 hezar û 234 kesan. Vê Wezaretxaneyê her wiha derbarê wergirtina cenazeyên 30 şehîdên din ji Xaça Sor agahî da û ragihand hejmara cenazeyên ku filistîniyan di çarçoveya peymana agirbesê ji Xaça Sor wergirtine rabûye 195 kesan.