Cotmeh 18, 2025 17:08 Asia/Tehran
  • HAMAS: Çeka di destê me da, rewa u netewî ye

Yek ji rêvebirên Tevgera HAMASê pêgirî kir ku çekên di destê vê tevgerê da rewa u netewî ne u got: Zîvala Xezzeyê bi destê filistînîyan xwe tê birêvebirin ne alîyên bîyanî.

Gazî Hemed pêgirî ser sodarîya HAMASê di warê bicihanîna qonaxa yekem a rêkevtinameya agirbesê li Xezzeyê kir u raghiand ku çekên di destê vê tevgerê da, rewa u netewî ne. Wî got ku HAMAS tevî ku Rejîma Sîyonîst bi awayekî berdewam rêkevtinameya agirbesê binpê dike, pabendê vê rêekvtinameyê ye û dîyar kir ku sîyonîst ku gefa bikaranîna zorê dikin, ne tiştekî ecêb e, rejîma dagirker ku nekarîye armancên xwe li Zîvala Xezzeyê pêk bîne, van serederîyên hovane didomîne.

Gazî Hemed herwiha got: Çekên ku di destê me da ne rewa ne û tenê dijî dijminê dagirker tên bikaranîn. Me nêrîneke yekgirtî heye; em dibêjin hikimdarîya li Zîvala Xezzeyê divê tam destê filistînîyan da be û her hikûmeta di bin fermana derve da be, qebûl nakin. 

Serepeyv